Selahattin Erol
23 Gulan 2026•Rojanekirin: 23 Gulan 2026
MARDÎN (AA) - Li Midyada navçeya Mêrdînê Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006ê vebû.
Di fuara ku Lîseya Anadoluyê ya Şehit Mehmet Sait Bariş li dar dixe da, 18 proje hatin nimayişkirin.
Qaymeqam Mehmet Kaya, Alîkarê Şaredarê Midyadê Mahsun Cengiz, rêveberên şaxê yên Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Faruk Tercan û Abdullah Tek û beşdarên din li standên fuarê geriyan û li projeyan temaşe kirin.
Qaymeqam Kaya bal kişand ser giringiya xebatên zanistî û diyar kir ku projeyên ku xwendekaran dahênane, ji bo siberojê hêvî ne.