Hat ragihandin, li Dogubayazîta navçeya Agiriyê endamên rêxistina terorê ya PKKyê bi motoreke teqemenî barkirî ve êrîşa xwekujiyê li qereqola cendirmeyan kir, di êrîşê de 31 leşker birîndar bûn, ji van 4 kes rewşa wan giran e.
Sererkaniyê daxuyaniya nivîskî da û daxuyand ku di êrîşa xwekujiyê ya Qereqola Cendirmeyan ya Karabulakê de 2 leşker cangorî bûn, 31 leşker birîndar bûn.
Hat gotin, di êrîşê de bi çekên lûledirêj ve jî êrîş hat kirin û ji birîndaran rewşa 4 leşkeran giran e.
Li gor daxuyaniyê, dema wesayîta leşkeran a ji bo ewlehiya BOTAŞa xeta boruyê wezîfdar bûn ji taxa Şenkoy û Gelînkayayê derbas dibûn, endamên rêxistina terorê PKKê mayîn teqandin û bi çekên lûledirêj ve êrîş kirin. Di vê êrîşê de leşkerek cangorî bû, 7 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Caniyên ku ji mirovahiyê nesîbê xwe hilnedabin, êrîşa qelleşî kirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Rehma Xwedê li cangoriyan bibe, serê malbata cangoriyên qehreman, xizmên wan, mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkan sax be. Xwedê şifayê ji personelên me yên birîndar ra bişîne."