Serokê Daîreya Têkiliyên bi Gel re û Çapemeniyê ya Sererkaniyê Tûggeneral Ertugrulgazî Ozkurkçu diyar kir ku wek TSK qebûl nakin ku welatiyên me yên ku ligel leşkerên me yên ku li Agiriyê birîndar bûn cî girtin û arîkariya wan kirin wekî "mertalê candar" bên binavkirin. Ozkurkçu got "Ev helwesta ku welatiyên me nîşan dan ji ser her pîrozkirinê ye û berteka herî xweş a nîşan dide ku welatiyên me yên li herêmê li dijî terorê ne ye."
Tûggeneral Ozkurkçu li ser telefonê bersiva pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê êrîşa terorê ya li Agiriyê de da.
Ozkurkçu got ku Hêzên Çekdar ên Tirkan berpirsyarî û peywirên ku Destûra Bingehîn û qanûnan dayê wek derveyî her cure nêrînên siyasî û dezgehan bi daxwaza ku di asta herî bilind de xizmetê gelê tirk bike bi cî tîne. Ozkurkçu wiha got: "Welatiyên ku em ji wan re xizmetê dibin kîjan piştgiriyê didin kîjan partiyê an jî endamê kîjan partiyê ne, ev yek bandorê naveroka xebatên ku em wek TSK dikin nake û dê neke jî. "Tûggeneral Ozkurkçu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em wek TSK qebûl nakin ku welatiyên me yên ku ligel leşkerên me yên ku li Agiriyê birîndar bûn cî girtin û alîkariya wan kirin wekî "mertalê candar" bên binavkirin. Ev helwesta ku welatiyên me nîşan dan ji ser her pîrozkirinê ye û berteka herî xweş a nîşan dide ku welatiyên me yên li herêmê li dijî terorê ne ye. Çend roj beriya bûyeran li ser îxbarên ku hem ji yekîneyên me yên îstixbaratê hem jî Walîtiya Agiriyê hatin, li ser telîmata Birêz Walî ji bo ku em "Şahiyên Biharê" de bergiriyên hewcedar bigirin û li hember bûyerên dibe ku derkevin nîzama ewlehiyê pêk bînin; ji aliyê Walîtiyê ve Jendirme hatin peywirdarkirin. Tu eleqeya van bergiriyên ku ji bo ewlehiyê hatin girtin bi Hêzên Çekdar ên Tirkan re tune. Lê belê wek TSK em bi feyde dibînin îfade bikin ku faliyeta ku hat kirin faliyeta operasyonê nîne, hêmanên jendirmeyan ji bo operasyonê neçûne herêma ku pevçûn wir derket, bergiriyên bi vî away, çalakiyên bi vî awayî û yên wekî van li her aliyê welatê me bi tîtîziyeke mezin tên tetbîqkirin."
Ozkurkçu ragihand rewşa tenduristiya personelên ku di êrîşê de birîndar bûn baş e û xetereya wan a jiyanê tune û da zanîn ku Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel li GATAyê personelên birîndar ziyaret kirin û bi malbatên wan re hevdîtin kir û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest.