ANKARA
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Mezin a Enqerê, civîna meclisê di serokatiya serokê Şaredariya Mezin a Enqerê Melîh Gokçek de hat kirin.
Di civînê de li ser mijarên di rojevê de ne hevdîtin kirin û di vê çarçoveyê de biryar dan ku navê Qada Tandogan bikin "Qada Anadoluyê."
Di civînê de li ser guhertina navê Bûlwarê Încekê jî rawestiyan. Li gor biryarê dê navê Dozger Mehmet Selîm Kîrazê ku terorîstan ew di Dadgeha Stenbolê de şehit kir, li Bûlwarê Încekê bikin.
Li ser biryara endamên meclisê navê Bûlwarê Încekê bû "Bûlwarê Încek Şehîd Dozger Mehmet Selîm Kîraz."