Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê eşkere kir ku erdhejeke ku navenda wê Çabebahara girêdayî eyaleta Sîstan û Belucistana ku dikeve başûrê rojhilatê welêt e bi lerza 5,3an erdhej çêbû, erdhej 10 kîlometro di bin erdê de çêbû.
Rida Erbabiyê Serokê Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Sîstan û Belucistanê diyar kir ku ekîbên arîkarî û xilaskirinê sewqî herêmê kirin, ji bo niha tu zirara madî çênebûye û tu kes nemiriye.
Li Îranê herî dawî hefteya borî li bajarê Kaşmera girêdayî eyaleta Rezewî Xorasanê bi lerza 5,2an erdhej çêbibû û di erdhejê de 35 kes birîndar bibûn.