Li Hozata navçeya Dêrsimê cemxaneya ku çêkirina wê qediya bi merasîmê hat vekirin.
Walî Osman Kaymak di axaftina xwe ya li merasîma vekirina cemxaneyê de diyar kir di nava van 11 mehên ku li Dêrsimê wezîfe dike de wî hewl da ku bi welatiyan re bibe yek, pirsgirêkên bajêr fêm bike û çareyan jê re bibîne.
Kaymak bal kişand ku dema dibêjin Dêrsim, ewil Elewîtî û çanda Elewîtiyê tê bîra meriv û wiha pê de çû: "Dibe ku navenda Elewiyên Tirkiyeyê ev der be. Di wê wateyê de me talebên di warê pênaseya Elewîtiyê de guhdarî kir. Bi rastî jî heke ku em bikaribin ji vir peyameke yekbûn û hevrabûnê bidin, wêçaxê dibe ku emê rê nîşanê Elewiyên li deverên din ên Anadoluyê bidin."
Walî Kaymak destnîşan kir ku tevahiya barê Cemxaneya Hozatê ya ku çêkirina wê di sala 2009an de dest pê kir, zêdetirî 500 hezar lîreyî ye û wiha got: "Ji bo xelaskirina çêkirina wê me wekî Walîtî û Qeymeqamtî bi qasî 110 hezar lîre pere piştgirî kir.
Walî Osman Kaymak, Qaymeqamê Hozatê Bekîr Demîr, Rektorê Zanîngeha Tunceliyê Prof. Dr. Ûbeyde Îpek, Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Cendirmeyê Sazkar Pîlot Albay Atîla Tamer, Alîkarên Walî Olgun Omer, Serdar Arslantaş, Midûrê Ewlekariya Bajêr Fahrettîn Şen, Miftiyê Bajêr Huseyîn Yildirim, Şaredarê Hozatê Celalettîn Polat, midûrên dezgehan, Bavikên Elewî û welatî beşdarî merasîmê bûn.