"Sêmehên" ku tê da şevên Rexaîb, Mîrac û Beratê, şeva Qedrê û meha Remezanê hene di 20ê nîsanê da dest pê kir.
Şeva Mîracê ya ku wer tê qebûlkirin ku şeva Hz. Mihemed derket hizûra Xwedê teala di meha recebê ya di nav sêmehan da ye.
Li gor baweriya mislimanan Hz. Mihemed di şeva Mîracê da li ser banga Cenabê Heqq û di rêberiya Cebraîl elêyhîselam da ji mescida Heramê derbasî Mescida Eqsayê bû, ji wir jî derkete semayê û derket hizûrê Xwedê teala, di vê rêwîtiyê da li "buraqê" siyar bû.
Di vê şevê da 5 wext nimêj ferz bû, di vê şevê da mizgînî hat dayîn ku kesên şirîkan nevêjin ber Xwedê teala yê herin cinetê.
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Mehmet Gormez di peyama xwe ya ku ji bo şeva Mîracê weşan da şeva hemû mislimanên ku li çar aliyên Tirkiyeyê dijîn pîroz kir.
Gormez di peyama xwe da diyar kir ku 15ê gulanê şeva înê şeva Mîracê ye.