Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê di çarçoveya kampanyaya ku li Adiyamanê da destpêkirin de ji kesên tên serdana nexweşan dixwaze ku bila di şûna kulîlkan de pirtûkan bînin.
Li beşên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Adiyamanê û nexweşxaneyên li navçeyan kampanyaya "Yek Pirtûk, Hezar Bişirîn" tê birêvebirin.
Di çarçoveya projeya kampanyayê de ji kesên tên serdana nexweşên xwe tê xwestin ku bila di şûna kulîlkan de ji bo li zarokên li gundan dimînin bê belavkirin pirtûkan bînin.
Kesên ji bo serdana nexweşên xwe tên nexweşxaneyê pirtûka ku li ser navê xwe û ya li ser navê nexweşê xwe, li ber nexweşxaneyê teslîmî standa di çarçoveya kampanyayê de hat avakirin, dikin. Ji kesên pirtûkê li ser navê xwe û nexweşê xwe bexş dikin re belgeya spaskirinê tê dayîn û pirtûkên tên berhevkirin ji bo zarokên li gundan dimînin re tê şandin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê yê Adiyamanê Erdogan Oz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi projeyê ve dixwazin eleqeya li ser pirtûkan zêde bikin û pirtûkan bigihînin zarokên ku ji bo wan xwegihandina pirtûkan zehmet e.
Oz destnîşan kir ku projeya wan li ser nexweş û kesên tên serdana nexweşên xwe hat avakirin û wiha pê de çû: "Em ji kesên ku tên serdana nexweşên xwe di şûna kûlîlikanînê de pirtûkê peyda dikin û wisa dikin ku ew pirtûkê diyarî bike. Me di demeke kurt de ji hezarî zêdetir pirtûk berhev kir. Hejmara pirtûkan dema ku bigihêje reqamekî wê demê jî em ê pirtûkan bibin û li gundan bi destê xwe bidin zarokan. Ev proje ji bo wextekî dirêj hat amadekirin. Heta ku nexweşxaneya me hebe wê proje jî hebe. Em wisa hêvî dikin ku projeya me li bajarên din jî bibe mînak."
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Kehtayê Abdulkadîr Dost jî diyar kir ew ji piştgiriya ku welatî didin kampanyayê razî ne.
Cîhan Çelebiyê ku hatibû serdana nexweşê xwe jî destnîşan kir ku kûlîlik di nav çend rojan de diçilmisin lê pirtûk ji bo demeke dirêj bi kêrî merivan tên.