Hulya Devecioglu, bi herdu çavan jî nabîne (30) di 25 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandinê bû û piştî çar salan jî dest bi zanîngehê kir.
Devecîogluya ku li Sêwasê dijî di sala 2009an de li qursa xwendin û nivîsandinê hîn dike de Selman Devecîoglu (28) nas kir û 4 sal berê bi wî re zewicî. 10 meh berê jî jê re qîzeke bi navê Zeynep Rawza bû. Niha xeyala wê ew e ku zanîngehê biqedîne.
Devecîoglu di sala 2013an de beşa Xizmetên Civakî ya Fakulteya Perwerdeya ji Derve ya Zanîngeha Ataturkê qezenc kir û niha di pola duyemîn de dixwîne. Mêrê wê Selman Devecîogluyê ku mamosteyê dîrokê ye jî alîkariya wê dike ku ew li ser computerê dersan guhdar bike û bixebite.
Devecîoglu ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku niha qîzeke wê heye û xebata dersan hinekî zor e û wiha dewam kir:
"Ez wê xewra dikim û paşê dersa xwe dixebitim. Bi tenê dersa matematîkê ji bo min zor e û ev du sale ez di vê dersê de bi ser nakevim. Xeyala min ew e ku ez zanîngehê biqedînim û ez ê tu caran dev jê bernedim."
-"Dema ew dersa xwe dixebite ez miqatê qîza me dibim"
Selman Devecîogluyê ku di Midûriyeta Perwerdeya Gel de mamosteyê dîrokî ye jî got ku ew her tim alîkariya jina xwe dike û wê bike jî.
Devecîoglu wiha dewam kir: "Ez dixwazim hevjîna min perwerdeya xwe biqedîne û wek pisporê xizmeta civakî ji bo welat û milet bixebite. Em hewl didin ku mihtacê tu kesî nebin û zaroka xwe mezin bikin."