Fırat Taşdemir
2023 ж. 16 ақпан•Rojanekirin: 2023 ж. 18 ақпан
Qendîla Mîracê hat idraqkirin.
Qendîla Mîracê rastî şeva 27emîn a meha Recebê tê ku meha ewil a sêmehan e.
Li gor baweriya Îslamê Hezretê Muhammed li ser deweta Xwedê bi rêberiya Cebraîl Aleyhîsselam ji Mescida Heramê çûye Mescida Eqsayê, ji wir jî derketiya semayê û çûye alemên din û hizûra Xwedê.
Ev bûyer weke "Mucîzeya Îsra û Mîracê " tê binavkirin û di sûreyên Îsra û Necmê yên Qur'ana Pîroz da derbas dibe.
"Bûyera Îsrayê" ji rêwîtiya ku Hezretî Muhemmed ya ku şevekê ji Mekeyê diçe Qudsê ra tê gotin, "Bûyera Mîracê" jî ji rêwîtiya wî ya wêdatirî asîmanan ra tê gotin.
Di şeva mîracê da pênc wext nimêj hat ferzkirin, mizgînî hat dayîn ku kesên ji Xwedê ra şîrkê nekin, wê werin efûkirin û du ayetên dawîn ên Sûreyê Beqereyê yên bi "Amenerassulu" dest pê dikin nazil bûn.
Her wiha di vê şevê da Xwedê di Sûreya Îsrayê da distûrên wekî parastina mafê jiyana merivan, exlaq û fezîleta ku şeref û heysiyetê diparêze, hizûr û ewlehiya civakê pêk tîne ragihande Hezretî Muhemmed.
Di Qendîla Mîracê da ji Misilmanan ra tê pêşniyazkirin ku kesên nimêjên wan ên qeza hebin, nimêjên xwe temam bikin, kesên ku qezayên wan tunebin jî nimêja nafîle bikin, Qur'ana Pîroz bixwînin, tobe û dia bikin.
Serokatiya Diyanetê wê ji bo vê şevê li tevahiya welêt bernameyên qendîlê li dar bixe.
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş wê li Enqereyê berşdarî bernameya li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî bibe.