Gormez got ku mûcîzeya Îsra û Mîracê rêwîtiya Hizretî Muhemmed a ku ji Mescîda Heramê dest pê kir û heta Mescîda eqsayê, ji wir jî ji bo dîtina qudret û ayetên Xwedê çû asîmanan, rêwîtiyeke pîroz e. Di vê rêwîtiyê de ji bo me gelek litf û îhsan û mizgînî hene. Gormez daxuyand ku Mîraç ji bo Hizretî Muhemmed hevdîtina mezin e û şahidiya baqîbûn, mezinahî û wehdaniyeta Xwedê ye.
Gormez wiha dewam kir: "Ev şahidî û tecrubeya manewî bi xelata nimêjê ve hatiye xelatkirin ku nimêj mîraca mumînan e. Mîrac ji bo me bilindbûn û pêşveçûn e. Nirx û hişmendiya Mîracê bi mirovahiyê asoyên qedirbilind dide qezenckirin. Bi gotina têgehên Qurana Kerîm Mîrac mirov ji esfela safilînê ango ji asta jêrîn a herî kûr derdixe ehsena teqvîmê, ango asta herî bilind a halekî herî baş. Ji wir jî mirov digihîne sîdreya muntehayê, ango asta têkûziyê û ji wir jî dibe buhuşta mevayê, ango cinneta ku tê de xelasbûn, kêfxweşî û aramî tê de heye. Ji ber vê çendê divê em îro ji Mîraca Pêxemberê me û ji hişmendiya Mîracê îlhamê wergirin û cardin li ser pêşveçûna madî û manewî ya kesayet, civak û hemû mirovahiyê bifikirin."