Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez, der barê banga çekberdanê ya ji bo PKKyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ez bangî her kesî dikim ji bo ku aştî û biratî li ser vê axê daîm bibe, hemû dijminatî, kîn û hêrs êdî li ser vê axê nejî bila dia bikin."
Gormez li Manavgata navçeya Antalyayê beşdarî merasima vekirina Mizgefta Haci Rukiye Mustafa Avşaroglu bû û çû ziyareta muftitiyê.
Gormez der barê banga çekberdanê ya ji bo PKKyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ez bangî her kesî dikim ji bo ku aştî û biratî li ser vê axê daîm bibe, hemû dijminatî, kîn û hêrs êdî li ser vê axê nejî bila dia bikin."
Gormez behsa mirina nivîskar Yaşar Kemal jî kir û wiha got: "Yaşar Kemal li vî welatî xemgînî, kêfxweşî, fikar û hêstên vê axê bi nivîskariya xwe ve ebedî kiriye. Rehma Xwedê li wî be. Bila serê jina wî, eqrebayên wî û civaka edebiyatê sax be."