Roja Bibîranînê li Amerîkayê her sal di duşema dawîn a meha gulanê de ji bo amerîkiyên ku di şer de mirin bi bîr bînin tê lidarxistin.
Di vê rojê de gelek çalakî tên lidarxistin. Ji ber vê rojê Muzeya 11ê Îlonê cara ewil hat vekirin. Di muzeyê de perçeyên dîwarên Cotqûleyan yên ku di 11ê Îlona 2001an de êrîş lê hatibûn kirin, tişt û wêneyên kesên ku di êrîşê de mirin, perçeyên balafirên ku êrîşê qûleyê kirin, dîmen û vîdeoyên ku di wê rojê de hatin kişandin tên nîşandan.
Bihayê ketina hundirê muzeyê 25 dolar e û gelek xebatkarên ewlehiyê di muzeyê de dixebitin. Wezîfedar li cihên ku behsa rêxistina terorê ya El Kaîdeyê tê kirin û tiştên kesên ku mirin tên nîşandan nahêlin ziyaretvan wêneyan bikşînin.
Di muzeyê de 10 hezaran zêdetir perçe, bi qasî 23 hezaran wêne, 500 saet dîmenên vîdeoyan û gelek axaftinên li ser telefon û telsîzan hene.
- Kevirê mala Ûsame bîn Ladîn jî tê nîşandan
Kevirê mala Ûsame bîn Ladînê ku ji Pakîstanê hatiye anîn jî di muzeyê de tê nîşandan û wezîfedar behsa vî kevirî dike.