Li Misrê hilbijartina serokomariyê di saetên sibê de di bin tewdîrên berfireh ên ewlehiyê de dest pê kir. Sîsîyê ku wek serkêşê derbeya Misrê tê zanîn, li Qahîreyê di Dibistana Xûlefaya li taxa Misir el-Cedîdeyê de, di sindoqa bi 19 nimareyî de raya xwe avêt. Sîsî ji ber ku berê leşker bû, heta niha tu carî ray nedabû û piştî îstifaya xwe ya ji leşkeriyê, ev cara ewil e ku di hilbijartinekê de deng dide.
Ji namzedên serokomariyê Sabbahî jî di Dibistana Seyyîde Hatîceyê de ku li taxa el-Muhendîsînê ye raya xwe da.
Li Misrê piştî derbeya ku di 3yê tirmeha 2013an de hat kirin ev cara ewil e ku ji bo serokomariyê hilbijartin tê kirin û dengdayîn jî heta 2 rojan dê dewam bike.