Barzanî ji ber 38emîn salvegera "Şoraşe Gulanê" ku di 26ê gulana 1976an de li dijî Rejîma Baasê dest pê kiribû peyamek weşand. Di peyamê de Barzanî diyar kir ku tu kes nikare li pêşiya doza kurdan bisekine û wiha pê de çû: "Gelê Kurdistanê bi Serhildana Gulanê ve kirêtiyên Plana Cezayirê bela wala kir. Vê serhildanê destûr neda ku karwanê têkoşînê belav bibe û hêvî û ewlehiya gelê me jî zêde kir."
Di peyama Barzanî de li ser konjektura Herêma Kurdistanê bal hat kişandin û hat xwestin ku ev herêm divê bi awayekî baş bê nirxandin. Peyamê wiha dewam kir: "Em ê bi vîneke xurt ji bo destkeftiyên nû têkoşîna xwe bidomînin. Bi taybetî di van rojan de em di demeke xesas de ne. Niha firsendeke dîrokî li pêşberî gelê me ye. Ev firsend bar û berpirsyariya hêlên siyasî yên li Kurdistanê jî zêde dike. Em hemû hêzên li Kurdistanê divê destê xwe bidin hev û ji bo berjewendiyên gelê xwe bixebitin. Ew destkeftiyên ku em ê bi siyasetê bi rê ve bibin û bi dest bixin ji bo parastina wan lazim e ku em bi awayekî berpirsyarî tevbigerin. Divê em nehêlin ku ev maf careke din ji me bên sitendin."
- Serhildana Gulanê
Kurdên li Iraqê di 26ê Gulana 1976an de li hemberî Rejîma Baasê ya ku Serokê wê Saddam Hiseyîn bû serhildaneke pir mezin dan destpêkirin. Serhildan bi serokatiya pêşmergeyan ve hat kirin û balafirên rejîmê Herêma ku Kurd lê bûn bombebaran kirin. Li gor çavkaniyên dîrokê, di wê serhildanê de Rejîma Baasê bi hezaran kurd qir kir.