Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî got ku ew hê li gor peymana neftê ya ku bi hikûmeta navendî ra mohr kirin, tevdigerin.
Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdiaya ku "Êdî neftê naşînin" derewand û wiha got: "Hikûmeta Navend her çend ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ra pere kêm dişîne jî, em li gor zagona budçeya 2015an tevdigerin û em hê neftê didin SOMOyê."
Berdevkê Wezîrê Nefta Iraqê Asim Cîhat jî wiha got: "Di navbera Bexda û Hewlêrê da tu nelihevkirin tune. Sedema kêmbûna îxrackirina nêftê, ji ber sedemên teknîk û tengasiyên din in."
Serokê Komîsyona Neft û Vejenê ya Parlementoya Iraqê Arez Abdullah îdia kiribû ku rêvebiriya Kurdistanê ji serê meha hezîranê pê va "Nefta ku dide SOMOyê kêm kiriye". Abdullah wiha gotibû: "Hikûmeta navendî para budçeyê ya kurdan neşand. Ji ber vê yekê hinceta rêvebiriya Hewlêrê heye ku neftê teslîmî SOMOyê neke."
Di navbera Hewlêr û Bexdayê da 2yê çileya pêşîn a 2014an da peyman hatibû mohrkirin û li gor peymanê rêvebiriya Kurdistanê wê di kontrola SOMOyê da rojê 550 warîl neft îxracî Tirkiyeyê bike. Hikûmeta navendî jî wê ji budçeya sala 2015an para rêvebiriya Kurdistanê bê kêmasî bişanda. Lê Bexda bi hinceta ku pere tuneye, heta niha para Kurdistanê an kêm an jî dereng şand.