Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistana Iraqê "sinetkirina jinan" li gor salên borî kêm bû.
"Sinetkirina jinan" di sala 2011an de li HKIyê hat qedexekirin. Bi hevkariya 8 komeleyên jinan û projeyên ku hatin amadekirin ve jî, di sala 2014an de xebatên agahdarkirinê hatin kirin. Di çarçoveya van xebatan de 500 hezar pirtûk hatin belavkirin. Nêzî 50 saziyên civakî yên sivîl û saziyên girêdayê hikûmetê piştgirî dan kampanyayê. Bi xebata 9 tîmên birêvebirinê ve şêniyên 300 gundî hatin agahdarkirin.
Ji berpirsyarên kampanyayê Dr. Bêrîvan Adnanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di demên berê de li Iraq û HKIyê "sinetkirina jinan" zêde bû, lê di van salên borî de ev rêje kêm bûn.
Midûriyeta Tenduristiyê ya Hewlêrê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat gotin ku di lêkolînên sala 1987an hatin kirin de ji jinan "ji sedî 70yî wan sinetkirî bûn", lê niha ev rêje pir kêm e.
Saziya Lêkolînên Jinan a Wadiyê ya ku navenda wê li Almanyayê ye jî diyar kir ku li Ranya û Kaladîzeya herêmên Silêmaniyeyê ev rêje berê ji sedî 95 bû. Lê niha ev rêje daketiye ji sedî 40î.
Berpirsyarê Saziya Lêkolînên Jinan a Wadiyê Fellah Mûrathan derheqê xebatên ku li herêmê hatin kirin de wiha got: "Li Herêma Kurdistanê heta ku qanûna sinetkirina jinan qedexe dike derneketibû û derheqê vê mijarê de lêkolînên berfireh nehatibûn kirin, ev rêje ji sedî 67 bû. Lê bi piştgiriya UNICEFê û xebatên agahdarkirina malbatan, dê û bavan ji sedî 70yî wan soz dan ku wê carek din tiştek wisa nekin û nehêlin ku qîzên wan bên sinetkirin. Malbatan di vê mijarê de soz da."
Mûrathan îdia kir ku li parzemîna Asyayê rêveberiya ku "sinetkirina jinan" bi qanûnê qedexe kir bi tenê HKI ye û wiha pê de çû: "Lê ev qedexe bi tena serê xwe têr nake. Lewra divê sepandina qanûnê baş bê kirin û yên ku berpirsyarê vê ne jî wezifeya xwe baş bikin."
Li gor gotina Mûrathan bi saya piştgiriya medya, saziyên civakî yên sivîl, alim û dilxwazan sinetkirina jinan gelek kêm bû û lêkolînên dawîn jî nîşan didin ku ev mesele êdî wek waqiane."
- "Ji bo ku ev tişt bi tevahî ji holê rabe divê em dest bidin hev û bixebitin"
Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Parlementoya HKIyê Êvar Îbrahîmê jî qala qanûna ku "sinetkirina jinan" qedexe dike kir û wiha dewam kir: "Lê wek ku li bendê ne nayê sepandin. Divê saziyên civakî yên sivîl, alim, saziyên medyayê zêdetir qala neyînî ya sinetkirina jinan bikin û ji bo sepandina qanûnê jî divê piştgiriyê bidin. Ji bo ku ev waqia bi tevahî ji holê rabe divê em dest bidin hev û bixebitin. Ev sepandina ku berê gelek zêde bû, êdî gelek kêm bûye. Ez dixwazim vê yekê jî bi kêfxweşiyê bibêjim."
Sinetkirina jinan ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve jî wek sûc tê hesibandin.
Li gor rapora ku Beşa Tenduristiya Zayînê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), li çar aliyê dinyayê ji 125 milyonan zêdetir jin û qîz hatin sinetkirin. Bi tenê li parzemîna Efrîqayê her sal nêzî 3 milyon jin û qîz bi talûkeya sinetkirinê re rû bi rû ne.