Komek endamên DAEŞê li pêşberî navçeya Karkamişê mayîn raxist ser xeta sînorê Sûriyeyê û dîmenên wan hatin kişandin.
DAEŞa ku kontrola Cerablûsa bajarê Helebê di dest da ye, li pêşberî navçeya Karkamişê hin herêman hendek kolan. Dîmenên wan bi têlefona destan hat kişandin û di dîmenan da komek endamên rêxistina terorê bi wesaîtan hatin herêmeke nêzî sînorê Tirkiyeyê. Endamên DAEŞê li vê derê mayîn raxistin û demekê şûnda çûn.
Hêzên ewlehiyê jî ev geşedana Cerablûsê ji nêz va şopand û tevdîrên xwe zêde dike.