SALAHADDİN
Hat ragihandin ku di şerê li Selehadîn û Enbara bajarê Iraqê çêbûn de, 36 milîtanên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Gazvan el-Cebûriyê ji fermandarên ewlehiyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên Heşdî Şabiyê li herêma Haklu Alles û El-Fethaya ser Selehedînê operasyonên hevdem li dar xistin û wiha axivî: "Di şerê navbera her du aliyan de 17 milîtanên DAEŞê hatin kuştin."
Cebûrî diyar kir ku artêşa Iraqê êrîşên hewayî birin ser herêma Hamreynê û di êrşê de 3 wesayitên leşkerî îmha bûn.
Herwiha li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, yekîneyên artêşê kontrola herêma Tel Ebû Ceradê ku dikeve aliyê rojavayê Beyciyê bidestxist. Di şer de 2 milîtanên rêxistinê hatin kuştin û 3 milîtan jî sax hatin girtin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku DAEŞê êrîş bi ser rojavayê Ramadiyê û di encama êrîşê de şer çêbû û 17 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Fermandarê Tûgaya Midaxaleya Lezgîn Albay Mehdî Abbas ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî ya ku serkêşiya wê DYA dike, li herêma Hisaybê milîtanê DAEŞê têk birin.
Abbas got ku di êrîşê de 17 milîtan hatin kuştin û 5 milîtan jî birîndar bûn.
DAEŞa rêxistina terorê di 17ê gulanê de Ramadî xistibû bin kontrola xwe.
DAEŞê piştî ku di 10ê hezîrana 2014an de Mûsilê û pişt re herêmên din bi dest xistin, li welêt pevçûn derketin. Ev pevçûn hê jî li herêmên cuda yên welêt dewam dikin. Artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan ji bo ku herêmên di destê DAEŞê de paş ve bistînin, operasyonan dikin. Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî ji hewayê piştgiriyê didin artêşa Iraqê.