GAZİANTEP
Leşker sewqî Kilîsa ku li ser sînorê Sûriyeyê ye kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, 32 tank ji 5emîn Fermandariya Tûgaya Bizirx ya Gazîantebê bi rê ketin. Otobêsên ku leşker tê de nin, berê xwe dan Kilîsê.
Leşker û tank wê li navçeya Elbeyliya Kilîsê li baregehên ku hatine kifşkirin bi cih bikin.