Alîkarê Serokê Darayiyê ya Parlementoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd got ku hikûmeta Iraqê bi qismeke mezin pêşniyara Hewlêrê ya der barê şandina neftê de qebûl kiriye, lê hê biryareke zelal tune.
Reşîd der barê peymana neftê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, geşedanên budçeyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Reşîd got ku niha rewşeke baş heye û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê benda bersîva Bexdayê ye.Neçîrvan Barzanî 2 hefte berê di ziyareta xwe ya Bexdayê de hin pêşniyar li hikûmeta Iraqê kiribû. Herêma Kurdistanê dibêje ku bi nefta Kerkûkê ve rojane ew ê 550 hezar warêl neft bişîne. Lê dixwaze ku ev ne rojane di 3 mehan carekî bê hesabkirin. Lê Bexdayê rojane dixwest. Hikûmeta Iraqê bi qismeke mezin pêşniyara Hewlêrê ya der barê şandina neftê de qebûl kiriye, lê hê biryareke zelal tune. Ji ber vê rayedarên Herêma Kurdistanê wê benda biryarê bin û ew ê li gor wê tevbigerin."
Reşîd destnîşan kir ku Rêvebiriya Herêma Kurdistanê wê wek sala borî bê budçe nemîne û wiha dewam kir:
"Li gor min Herêma Kurdistanê wê îsal bê budçe nemîne. Lewra him hikûmeta navend û him jî hikûmeta herêmê gotin ku ew ê li gor peymanê tevbigerin. Pirsgirêk ew e ku mekanîzmayeke vê peymanê bixe rewacê bê avakirin. Ev jî bi zêde hevdîtinan û muzakereyê ve dibe."
Endamê Darayiyê ya Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder jî wiha got: "Herêma Kurdistanê daxuyand ku ew ê girêdayî peymana qanûna budçeyê ya Iraqê bimîne û ev jî garantiya herî mezin e ku qeyrana aboriyê xilas bibe. Li gor qanûna budçeyê divê Iraq budçe û mehaneyên herêma Kurdistanê bişîne. Dîsa li gor vê divê herêma Kurdistanê rojane 550 warêl neftê bişîne. Hewlêr dixwaze ev rojane bê hesabkirin, lê Bexda razî nabe. Em bêndêne ku der barê vê mijarê de mekanîzmayek bê avakirin."
Bexda û Hewlêr piştî muzakereyên dirêj di 2êçileya pêşîn a 2014an de der barê şandina neftê û budçeyê de li hev kiribûn. Herêma Kurdistanê neft îxrac kir, lê Bexdayê pere neşand. Li ser vê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin di 15ê sibatê de çû Bexdayê. Lê rayedarên Iraqê gotin ku pereyê wan tune.
Barzanî wiha axivîbû: "Di ziyareta me ya dawîn de me dît ku li Bexdayê pere tune û me welatekî îflas kiriye ve li hev kiriye." Serokê HKIyê Mesûd Barzanî jî daxuyanî dabû û gotibû ku hikûmeta Iraqê 16 milyar dolar deyndarê herêma Kurdistanê ye. Bendêne ku Bexda her meh qasî milyarek dolar pereyan bişîne Hewlêrê.