Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî, 300 fermandarên pêşmergeyan ên girêdayî Wezareta Parastinê, teqawid kir.
Li gor daxuyaniya ku ofîsa serokwezîriyê weşand, "Îbadî rewşê wiha îfade kir, li Iraqê şer heye û ji bo vê divê artêş ji nûve bê damezrandin û me bi vê hincetê biryara teqawîtkirina 300 fermandarên pêşmergeyan da".
Serokwezîr Îbadî, di mijdara 2014an de, 26 fermandarên ku di serdema Serokwezîr Nûrî el Malikî de wezîfeyên girîng bi cih anîbûn jî teqawid kiribû.