Li Iraqê 300 êzdiyên ku DAEŞê serbest berdan li Kerkûkê ji bo tenduristiyê hatin muanekirin.
300 êzdiyên ku DAEŞê li Meryembega 25 kîlometreyî li başûrê Kerkûkê serbest berdabû bi minîbêsan anîn salona dewetê ya li Altinkopriya navçeya Kerkûkê. Wezîfedarên ewlekariyê îfadeya êzdiyan hildan û paşê doxtoran ezdî ji bo tenduristiyê muane kirin. Ev 4 roj bûn êzdî di rê da bûn û ji ber vê gelekî westiya bûn û bêhal mabûn. Di komê da herî zêde jinên pîr û zarok hene. Êzdiyan dema ku kesên hatine pêşwaziya xwe dîtin ji kelecaniyê dest bi girî kirin. Hin jin ji bo zarokên wan ên ku di destê DAEŞê da hê hêsîr in giriyan.
Parlementera êzdî ya parlementoya Iraqê Viyan Daxilê êzdiyên ku xilas bûn ziyaret kir û li ber dilê wan de hat. Lê belê Daxilê jî jinên ku digiriyan hembêz kir û di ser wan da giriya.
- "DAEŞ barê xwe sivik dike"
Daxilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku DAEŞ bi qetlîamên xwe li Iraqê wehşetê dike. Daxilê destnîşan kir ku milîtanên DAEŞê dixwazin ku kêmnetewan li Iraqê ji holê rakin û ji ber vê yekê divê zilma ku li wê derê tê kirin wek komkujiyê bê qebûlkirin û wiha pê da çû:
"Divê raya gişkî ya navneteweyî vê wehşetê bibîne û demildest gavekê biavêje. Hûn jî dibînin ku kesên ku di meha tebaxê da hêsîr hatibûn girtin teze serbest tên berdan. Bi xwe li gor xeberên ku hatin guhê min ji ber ku nikarin xweyî bikin ev serbest berdane. Ev jî tê wê meneyê ku barê xwe sivik dikin."
- "4 hezar êzdî di destê DAEŞê da ne"
Daxilê diyar kir ku DAEŞ mêran dikuje, jinan jî wek cariye bi kar tîne û wiha got: "Ev koma mezin a 2yan e ku serbest tê berdan. Hê 4 hezar êzdî di destê DAEŞê da hêsîr in. Ev kesên bêsûc û bêguneh yê çi karê wan ra bibin me hê fehm nekiriye."
Daxilê beriya vê li parlamentoya Iraqê axivîbû û bala dinyayê kişandibû ser zilma li ser êzdiyan.
- "Zarên min kuştin, ez jî hêsîr girtim"
Xezal Xidira 65 salî ya ku serbest hat berdan diyar kir ku piştî ku milîtanên DAEŞê Şengal bi dest xist zarokên wan li ber çavên wan kuştin, paşê jî ew hêsîr girtin. Xidirê destnîşan kir ku ew bi mehan li Şengalê girtine û paşê birine Telaferê, ji wir jî birine Mûsil û Kerkûkê û wiha pê da çû: "Qîzên me yên xama wek kole bi kar tînin. Bi xwe mêr jî kuştin. Zarokên min li ber çavê min kuştin û ez hêsîr girtim. Zarên min ji ber çavên min naçin. Ya rastî wê rojê ez jî kuştim." Li ser pirsa 'hûn çima serbest berdan' Xidirê got: "Hûn jî dibînin ku kesên li vê derê gişk yan pîr in yan jî astengdar in. Barê xwe sivik kirin."
Milîtanên DAEŞê îro li Meryembega bajaroka Kerkûkê kêm zêde 300 êzdî serbest berdabûn. DAEŞê di meha rêbendanê de jî 198 êzdî serbest berdabûn.
DAEŞê di Tebaxa 2014an de Şengal a navçeya Mûsilê û derdora wê dorpêç kir û gelek êzdî dîl girtin. Dihat îdiakirin ku jinên êzdî yên ketin destê rêxistinê di nav milîtanan de wek cariye hatin parvekirin. Tê gotin ku êzdiyên ji hêla rêxistinê ve dîl girtine li Hawîceya navçeya Kerkûkê ya ku di bin kontrola DAEŞê de ye dimînin.