HEWLÊR
Ji ber ku Fermandarê Yekîtiya Parastina Şingalê (YPŞ) Haydar Şeşoyê ji aliyê pêşmergeyên PDKê ve hat binçav kirin, li herêmê rageşî derket. Şeşo li herêma Şingalê fermandarê YPŞê ye û tê zanîn ku YPŞ jî nêzî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye.
Rayedarên YNKê ji ber binçavkirina Şeşo bertek nîşanî Partiya Demokratîk a Kurdistanê da. YNKê xwest ku ew demildest Şeşo berdin. Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Mesûd Barzanî hat dayîn jî, binçavkirina Şeşo hat parastin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hin kom li Şengalê zagon binpê kirin û hewl dan ku bixwe rêxistina xwe çêbikin û nexwestin ku beşdarî Wezareta Pêşmergeyan bibin. Ji ber vê jî hin mensûbên wan hatin binçavkirin."
Li gor daxuyaniyê du meh ewil ev komên çekdar hatin hişyarkirin û wiha hat gotin:
"Di hişyariyê de wiha hatibû gotin, 'heke mebesta we xizmeta Şengal û herêma Kurdistanê ye, bi Wezareta Pêşmergeyan re bikevin têkiliyê.' Lêbelê koma çekdar a ku Haydar Şeşo serokatiya wê dike, zagon binpê kir û rêvebiriya Kurdistanê nas nekir. Ew ji bo ku bên darizandin sewqî dagehê kirin. Bi tu awayî destûr wê neyê dayîn ku hêzeke derqanûnî çêbibe."
Parlementerê Iraqê yê PDKê Rênas Cano daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo tiştên ku li Şingalê qewimîn Îran, YNK û PKK sûcdar kir. Cano got ku Haydar Şeşoyê ku merivê YNKê ye, li dijî zagonên herêma Kurdistanê xwest hêzeke çekdar çêbike û wiha dewam kir: "YNK, Îran û rêxistina PKKê bi hev re dixwazin ku li Şingalê serdestiya PDKê qels bikin. PDKê li herêmê pêşketineke mezin bi dest xist. Ev dixwazin ku vê hêza PDKê bişkênin û tesîra wê ya li ser Şingalê qels bikin."
Serokê Koma YNKê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Begerd Dilşad jî daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirina Haydar Şeşo da. Dilşad wiha axivî: "Heyder Şeşo bi hinceta ku girêdayî Haşdî Şabî (milîsên şiî) ye hat binçavkirin. Ev biryareke siyasî ye. Lewra ji bo xilaskirina Mûsilê herêma Kurdistanê bi Haşdî Şabî re dixebite. Divê ev pirsgirêk bi YNK re bihata çareserkirin. Ev binpêkirineke mafên mirovan e. Divê Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê Mesrûr Barzanî were parlementoyê û di vê mijarê de daxuyaniyê bide."
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Lijneya Rêvebirina Navend ya YNKê ve hat dayîn, biryara binçavkirinê hat rexnekirin û wiha hat gotin:
"Heyder Şeşoyê ku Endamê Lijneya Rêvebirina Navend ya partiya me ye û parlementerê berê yê Iraqê ye, bi destê hêzên PDKê hat revandin. Ji dêvsa kesên ku Şengal hîştin û revîn, kesên ku wê derê diparêzin hatin binçavkirin. Ev jî pirsgirêkeke cidî ye. Demeke wisa ye ku divê yekîtî û tevkariya navbera kurdan xurt bibe. Di vê demê de kirinên wiha ne durust in. Ji kirinên wiha encamên xirab derdikevin. Em wek YNKê vê yekê şermezar dikin."
Piştî ku rêxistina PKKyê li Şingala Mûsilê civîn kir û ragihand ku ew ê li ciyên ku êzdî lê dijîn wê wek "kanton" îlan bikin, PDK li dijî vê yekê derketibû. Serokê Herêma Kurdistanê û PDKê Mesûd Barzanî li ser vê, daxuyanî dabû û ji bo kantonê gotibû "karton" û bertek nîşan dabû.