Wezareta Parastina DYAyê diyar kir ku teyareya bêmirov a ku ji Încirlikê rabû êrîşî hedefên DAEŞê kir.
Laura Seala Berdevka Pentagonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û pirsên der barê teyareyên DYAyê yên ku ji Tirkiyeyê radibin û êrîşî hedefên DAEŞê dikin da bersivand.
Sealê destnîşan kir ku di dawiya hefteyê da teyareyên bêmirov ên DYAyê di operasyonên li dijî DAEŞê da ji Tirkiyeyê firîn lê belê di wê demê da êrîş nekirin û wiha got: "Do cara ewil teyareya bêmirov a DYAyê ji Tirkiyeyê rabû û êrîşî hedefên DAEŞê kir."
Sealê diyar kir ku ev êrîşa parçeyekî operasyonên jiholêrakirina DAEŞê ya operasyonên Hêzên Wezîfeya Hevpar a Yekbûyî ye, êrîşên ku tê kirin jî piştî rojekî yê bên eşkerekirin.
Sealê got ku ev êrîş encama destûrdayîna Tirkiyeyê hat kirin û wiha pê da çû: "Tirkiye û welatên koalisyonê yên li herêmê ji bo ku li herêmê aştî û îstiqrarê pêk bînin di şerê li dijî DAEŞê da biryardar in."