Hat ragihandin ku kontrola Tûgaya 93yemîn ya nêzî bajaroka Ayn Îsayê ket destê yekîneyên Burken el-Firat û milîtanên YPGê.
Ji fermandarên yekîneyên Burkan el-Firatê Ahmed Ebû Mustafa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Burkan el-Firat û YPGê Tûgaya 93yemîn ya nêzî bajaroka Ayn Îsayê ji DAEŞa rêxistina terorê stend û kir bin kontrola xwe.
Mustafa daxuyand ku li der û dora Ayn Îsa û Tûgaya 93yemîn pevçûnên tundî derketin û wiha pê de çû: "Pêşketina me ya li dijî DAEŞê dewam dike. Hêzên esmanî yên koalîsyonê jî ji hewa ve êrîş dike û piştgiriyê dide me."
Burkan el-Firat û YPGê di serê meha hezîranê de kontrola Tel Abyada navçeya Rakkayê bi dest xistibû.
Tabûrên Şemsul Şîmalê, Seraya Cerablus, Lîva Cebhetul Ekrad, Suvvar Umunaa er-Raka, Artêşa El-Kasasê, Komên Lîva El-Cîhad Fî Sebîlîllah ku girêdayî Lîva el-Suvvarul Rakka û Fecrul Hurriyyeyê ne, ji bo ku li dijî DAEŞê şer bikin, bûbûn yek û navê xwe danîbûn "Burkan el-Firat.”