Midûrê Ewlehiya Mûsilê yê berê Wasik Mihemed dibêje ew ji bo ku heyfa kurê xwe yê Musab Wasik, ku hat kuştin, birayê xwe yê parêzer Naîl Mihemed Ebdulqadirê, ku winda bû û 2 hezar û 500 hempîşeyê xwe yên ku dan ber guleyan hilde, bi mehan e ku fermandariya Haşdî Watanî ya ku ji milîsên şiî pêk tê (Civakên Weten) dike û wan perwerde dike.
Salek li ser ra derbas bû ku Mûsil di destê DAEŞa rêxistina terorê da ye. Fermandarê Hêzên Haşdî Watanî General Mihemed der heqê bajarê xwe yê ku mecbûr ma terikand da agahî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ez ditirsim fikra rizgarkirina bajarê me bibe xeyal. Lê ez her şev xewn dibînim ku Mûsil tê azadkirin. Ez hêvîdar im ku her kes vê xewnê bibîne û em rojekê bajarê xwe xilas bikin."
Mihemed got ku ew di navbera 21ê sibata 2008 û 18ê gulana 2010an da Midûrê Ewlehiya Mûsilê bû û wê demê leşkerên Amerîkayê li dijî sivîlan miemeleyên keyfî dikir û wî jî sivîl diparastin, lê DAEŞê jî yên wek wî kir hedefa xwe û înfaz kirin.
Mihemed destnîşan kir, ji ber ku ew di pêşerojê da li gor zagonan tevgeriya DAEŞê kurê wî kuşt û wiha dewam kir: "Li dijî min 15 caran sûîqest kirin. Lê nihêrîn ku nikarin min bikujin, anîn kurê min ê 22 salî kuştin. Paşê jî ev li ser Facebookê daxuyandin. Piştî ku Mûsil ket jî birayê min ê parêzer winda bû. Ev salek e ku haya me jê tuneye."
Mihemed got ku ew jî dixwaze heyfa kurê xwe, birayê xwe û 2 hezar û 500 hempîşeyê xwe hilde.
Mihemed diyar kir, ji ber ku Mûsil nêzîk e, ew der heqê rewşa bajêr da agahiyan hildidin û wiha dewam kir:
"Vê gavê ji milyonekî zêdetir mirov li Mûsilê dijîn. Rewşa wir hîç ne baş e. Ceyran li wir tuneye. Ketin û derketina bajêr qedexe ye. Divê ev bajêr were xilaskirin. Gerçî li gor gelek mirovan xilaskirina Mûsilê bûye xeyal. Lê li gor min ne xeyal e, xewn e. Heke her kes di xewna xwe da xilaskirina Mûsilê bibîne, wê şiyar bibe û vê xewnê rast bike."
Berpirsê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memuzînî got: "DAEŞê ev salek e ku li Mûsilê 10 hezar kes kuştin. Ji ber şidetê jî 700 hezar kesî malên xwe terikandin û bûn penaber."
- Li Mûsilê dehşet heye
Memûzînî got ku li Mûsilê di salekê da geşedanên erjeng çêbûn û wiha dewam kir:
"Bi hinceta ji artêşa Iraqê an jî Pêşmergeyan ra sîxurî kirine, DAEŞê hezar û 401 kes da ber guleyan. Di nav van da 16 rojnameger, 12 bijîşk hebûn. Mûsil vê gavê bûye girtîgeh. Pere û ceyran tuneye. Bêkarî pir zêde ye. DAEŞê bêkarî kir hincet û bi vî awayî gelek kes ji xwe ra kir milîtan. Ji bo vê jî hejmara milîtanan pir zêde bû. Em wisa texmîn dikin ku tenê li bajarê Mûsilê 9 hezar milîtan hene. Kesên ku wek DAEŞê nafikirin, DAEŞ wan dikuje. DAEŞê ji bo operasyonê xendek kolan. Destûrê nadin ku gel tu derî da here."
Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Eniya Tirkmenên Iraqê û Alîkarê Serokê Meclisa Mûsilê Nurettîn Kaplan jî got ku DAEŞê di nav salekê da felaketeke mirovî rakir. Kaplan got ku bajarên tirkmenan hemû xerab kirin û tirkmen mecbûr man koçî Necef, Kerbela, Bexda û Kerkûkê kirin û halê wan li wir perîşan e.
Mûsil di 10ê hezîrana 2014an da ket destê DAEŞa rêxistina terorê. Piştî wê derê DAEŞê êrîşî Enbar, Selahaddîn û Diyalayê kir.