Wezîrê Mafên Mirovan ê Iraqê Mihemed Mehdî el-Beyatî qala sûc û kiryarên rêxistina terorê DAEŞê yên li Iraqê kir û daxuyand ku DAEŞê di nava salekê de li Girtîxaneya Badûşê ya li Mûsilê li gorî cudahiya wan a mezhebî û nijadî 540 kes înfaz kir.
Beyatî li avahiya wezaretê ya li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist. Beyatî da bibîrxistin ku li ser "banga cîhadê" ya otorîteyê dînî yê Şîayan Elî es-Sîstanî ya piştî zeftkirina Mûsilê ya ji aliyê rêxistina terorê DAEŞê ve salek bihurî û wiha dewam kir: "Rêxistinê bi taybetî jî li dijî tirkmen, xiristiyan, şebek û êzdiyan sûcê mirovahiyê kir."
Beyatî bal kişand ew berpirsiyar in ku kiryarên rêxistina terorê yên li dijî civaka welat eşkere bikin û wiha pê de çû: "Terora DAEŞê li Baregeha Leşkerî ya Spykerê ya li Selaheddînê hezar û 700 kes înfaz kir. Heta niha 13 komegor hatin dîtin û cesedê 597 kesan teslîmî tiba edlî kirin."
Beyatî bal kişand ku ew her wext der barê rewşa welatiyên li Mûsil û Enbarê yên di kontrola DAEŞê de agahiyê distînin û wiha pê de çû: "DAEŞê di nava salekê de li Girtîxaneya Badûşê ya li Mûsilê li gorî cudahiya wan a mezhebî û nijadî 540 kes înfaz kir."
Wezîr Beyatî got ku wan tespît kir ku DAEŞê di bombardimana xaniyan da xaza klorê emiland û wiha xeberda: "Li Enbar, Diyala, Mûsil û Tikrîtê bi dehan unsûrên hêza ewlekariyê îdam kirin. Ji bo ku êşkence li mirovan bikin girtîxaneyên taybet ava kirin."
Herwisa Beyatî destnîşan kir ku DAEŞê li Iraqê gelek berhemên dîrokî û mekanên pîroz xerab kir û wiha bal kişand: "Rêxistinê li Mûsilê 42 dêrên xiristiyanan û 25 perestgehên êzdiyan rûxandin."