Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, hat Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI). Masûm dê bi Serokomarê Berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.
Berpirsiyarê Polîtbiroya YNKyê Mela Bextiyar û Dr. Aso Ferîdûnê waliyê Silêmaniyê, Serokomar Masûm li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê pêşwazî kir.
Masûm li balafirgehê derbarê sebeba ziyareta xwe de bi kurtasî axivî û got ku ew li ser daxwaz û vexwendina tu kesî nehat Herêma Kurdistanê û wiha dewam kir: "Ez ji bo ku geşedanên li herêmê nêz ve bibînim, pirsgirêka di nava Bexda û Hewlêrê de ji her du aliyan guhdarî bikim hatim herêmê. Herwiha ez ê li vir bi birêz Celal Talabanî û piştre jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rê bêm bal hev. Ji bilî vana ez ji nêz ve bi qeyrana aboriyê ya li herêmê û rewşa penaberan re jî alaqeder dibim. Ez ê digel Barzanî re li ser van her du meseleyên girîng biaxivim û em ê bi berfirehî rewşê binirxînin."
Hat ragihandin ku dê Masûm pêşî Talabanî ziyaret bike û piştre jî bi endamên Polîtbiroya YNKyê re bê bal hev û herî dawîn jî ji bo hevdîtina bi Barzanî re derbasî Hewlêrê bibe.