Komeke sûriyeyî ku ji ber pevçûnên li herêma Resuleyna Hasekeya Sûriyeyê revîn, hatin ber sînorê Tirkiyeyê.
Li herêmê pevçûnên di navbera komên kurdan û rêxistina DAEŞê de dewam dikin. Hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de bombe davêjin kozikên DAEŞê. Ji ber pevçûnan yên ji Sûriyeyê hatin ber sînorê Tirkiyeyê.
Ji ber hêzên ewlehiyê destûr nadin, penaber li ber xeta sînor disekinin. Hêzên ewlehiyê bi erebî hişayariyê didin penaberan.
Wek mayîn tîmên AFAD û Heyva Sor a Tirkiyeyê hatin ber xeta sînor.