Parlementer Ahmed Cemalê ku endamê Tevgera Islahê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Îttifaqa Neteweyî ya Şiî bi fermî Haydar el-Îbadî namzedê serokwezîr nîşan da.
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm jî Îbadiyê Alîkarê Serokê Parlementoya Iraqê wezîfedar kir ku hikûmeta nû ava bike.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku gelek iraqiyan xwepêşan li dar xistin û piştgirî dan Serokwezîr Nûrî el-Malikî.
Çalakvan li Qada Firdewsî kom bûn û diruşmeyên "Em hemû Malikî ne" berz kirin û piştgirî dan namzediya Malikî. Hêzên ewlekariyê li nêzîkî qadê tevdîr hildan.