Malikî şev di bernameyeke teleziyonekî de ji bandê axivî û der barê Mehsûm de daxuyaniyan da.
Malikî Serokomar Fûad Mehsûm sûcdar kir û got ku ew zagonê îxlal dike û berjewendiyên komekî li ser ıraqiyan digre. Ji ber vê jî ew ê der barê Serokomar Fûad Mehsûm de dozê veke.
Malikî îdia kir ku Mehsûm dema wezîfedarkirina serokwezîrtiyê dirêj dike û bi zanetî zagonê bin pê dike, ji ber vê berpirsyariya wî ya ehlaqî heye. Malikî bangî meclisa Iraqê kir ku bila ji Serokomar hesab bê pirsîn ka çima zagonê bin pê dike.Ev li hember zagon û pêvajoya siyasî derbeyek e. Li ser yekitiya Iraqê dê tevgerên bi taluke çêbibin.
Serokwezîr Malikî destnîşan kir ku di salên dawîn de qeyranên mezin li Iraqê çêbûn û li hember Iraqê gefxwarin hatin kirin.
Li gor zagona Iraqê piştî ku serokomar sond xwar, herî zêde di nav 15 rojan de bloka ku xwedî parlementerên herî zêde divê li meclisê namzedê xwe yê serokwezîrtiyê nîşan bide.
Di hilbijartinên dawîn de "Koalîsyona Dewletê ya Qanûnê" ya ku Serokwezîr Nurî el-Malikî serokê wan e 93, "Bloka Muttehîdunê" 23, "Koalîsyona Şiiyan" 29 û "Bloka Vataniyeyê" 21 sandalye bi dest xist. Ji bo avakirina hikûmetê 165 ray hewce dike. Lê li gor encaman tu partî nikaribûn bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin.
Fuad Mehsûm di 24ê tirmehê de ji hêla meclisa Iraqê ve serokomar hat hilbijartin.