Serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber îdiayên Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî el-Malikî daxuyanî da û ji bo gotinên wî wiha hat gotin: "Daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê yê berê derew e û bê bingeh e. Ew dixwaze xwe ji berpirsyariya dagirkirina Mûsilê xilas bike. Lewra berpirsê sereke yê dagirkirina Mûsilê jî Malikî bi xwe ye.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa Serokê HKIyê Mesûd Barzanî hat kirin de îdiayên Malikî yên der heqê Tirkiye û Rêveberiya Kurdistanê de bi sernavê "Bersivên ji Malikî re em dixwazin hemû alî bibihîzin" ve hat bersivandin.
Daxuyaniyên Malikî yên ku di dema serdana xwe ya Îranê de ji bo xebatên komîsyona lêkolîna dagirkirina Mûsilê dabû hatin bibîrxistin û ji bo wan hat gotin ku "binê vê daxuyaniyê tuneye" û bersivê wiha dewam kir: "Malikî îdia dike ku dagirkirina Mûsilê plana Tirkiye û Herêma Kurdistanê bû. Encamên komîsyona lêkolînê ya sedemên dagirkirina Mûsilê eşkere ye û li meydanê ye. Li gor vê Malikî berpirsyarê sereke yê vê bobelatê ye. Malikî bi van îdia û îftirayan ve nikare xwe ji vê rewşê xilas bike."
Hat gotin ji ber siyaseta çewt a Malikî bingeha DAEŞê ava bû û Mûsil jî hat dagirkirin û daxuyanî bi van hevokan domiya: "Bi siyaseta xwe ya xelet ve bingeha DAEŞê wî bi destê xwe ava kir. Malikî guh neda hişyariyên Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî yên di vê meseleyê de bûn. Ji ber vê jî bû berpirsê dagirkirina Mûsilê û berpirsê dagirkirinê Malikî bi xwe ye. Yên ku wê qira DAEŞê bînin û li dijî terorîstan di eniyên herî pêş de cih digirin jî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ne.
Li gor xebera Sputnîk a ajansa nûçeyan a Rûsyayê Malikî li Tehrana paytexta Îranê di civîneke çapemeniyê de got: "Tirkiye ji welatên ku piştgiriyê dide DAEŞ û El Qaîdeyê yek e. Heke Tirkiye û Erebistana Siûdî nebûna niha Sûriye ne di vî halî de bû. DAEŞ rêxistinek e ku li Stenbol û Enqereyê hatiye plankirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Tanjû Bîlgîç jî ji bo axaftina Malikî destnîşan kir ku ji ber derûniya sûc ne li ser xwe ye û ji ber vê qet hewce nake meriv pesê bi gotinên wî bike.