TAHRAN
Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî ji bo têkiliyên fermî duh derbasî Tahrana paytextê Îranê bûbû. Malîkî ji aliyê Ayetûllah Alî Hamaney hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya nivîskîya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Hamaney hat belav kirin de hat gotin ku serdana Malîkî ji bo pêşveçûna têkiliyên navbera Îran û Iraqê bi kêr e û ji bo têkliliyên navbera her du dewletan jî tu astengî tuneye.
Di daxuyaniyê de Hamaney destnîşan kir ku Îran di salên dawîn de di qada zanîstê de gelek xebatên girîng kirine û hevkariya di navbera her du welatan de dê gelek bi kêrî Iraqê bê.
Hamaney xebatên hikûmeta Iraqê nirxandin û destnîşan kir ku niha baş dixebitin lê ev xebat têrî Iraqê nakin, lewra pirsgirêk û hewcehiyên Iraqê gelek zêde ne.
Hamaney di hevdîtinê de wek hevalekî xwe qala Serokomarê Iraqê Celal Talabanî kir û ji Malîkî xwest ku li ser navê wî peyamên derbasiyê ji Talabanî re bibêje.
Serokwezîrê Iraqê Malîkî jî hêvî dike hevdîtinên wî yên li Tehranê ji bo hevkariya navbera her du welatan bi kêr be.
Malîkî ji bilî Hamaney bi Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî re jî hatibû bal hev û li ser hevkariya navbera her du welatan û mijara Sûriyeyê sekinîbûn.