Malikî di axaftina xwe ya heftane ya di televîzyonê de daxuyanî dan û got ku beşdariya dilkirî ya li ser artêşa Iraqê berdewam dike û ev ne tenê ji bo aliyekî civakî tenê ye, mirov ji hemû bajaran, ji Enbar, Selahaddîn û Mûsilê ji bo ku li hember Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) şer bikin, bi awayekî dilkirî beşdarî artêşê dibin.
Malikî got ku "Hêzên ewlehiyê hemû cihên ku milîtanên DÎŞIyê ew bi dest xistibûn, peş ve distîne." û da zanîn piştî ku dawî li qeyrana li Iraqê hat dê hemû yekîneyên leşkerî vegerin cihên xwe bi xwe.
Malikî der barê kesên ku li dijî artêşê şer dikin jî axivî û wiha got: "Ez ji bilî ew kesên ku xwîn rijandine, ji bo kesên ku hatine xapandin û li dijî dewletê şer dikin û endamên eşîran efûya giştî îlan dikim." Malikî kesên ku xwîn rijandine derveyî efûyê de hişt û wek sedema vê yekê jî got ku "berpirsyarê xwîna ku hat rijandin ji wê berpirsyar e".
Malikî da zanîn ku DÎŞIyê dewleta xilafetê îlan kiriye û peyama "hûn di nav xêza sor de nin" daye welatên li herêmê û her wiha di axaftina xwe de Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rexne kir.
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye, milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tîkrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbar, El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hadîseyê jî bi dest xistibûn. Ji ber pevçûnan bi qasî milyonekî welatiyên sivîl mecbûr mabûn ku koç bikin.
DÎŞIyê pêr dabû zanîn ku li Iraqê dewleta xilafetê damezrandiye û serokê rêxistinê Ebûbekir el-Bexdadî jî wek xelîfe îlan kiriye û navê xwe jî wek Dewleta Îslamî guherandiye.