Siltan da zanîn ku gel ji bo ku ji xwe re ava vexwarinê peyde bike diçin ser kaniyan û got ku "Li Helebê li cihên ku di bin qontrola dijberên rejimê de ne, bineavahiyê hilweşiyaye. Hêzên rejimê her roj bi dehan bombeyên warîlê diavêje li ser herêmên muxalif."
Siltan bal kişand ku ji ber êrîşên hewayî bi dehan herêmên ku hatine terikandin hene û wiha axivî: "Hêzên esed ji bo ku di meha remezanê de gel bêav bihêle bineavahiyê bombebaran dike. Li gelek herêmên di bin qontrola muxalifan de êdî ne av ne jî cêyran heye. Gel hewl dide ku ava vexwarinê ji bîran derxîne. her wiha gel ji ber êrîşên hewayî û gulebaranê nikare ku rê û pireyan bi kar bîne û derkeve sûk û bazarê. Ji ber vê yekê di meha remezanê de zehmetiyê dikşînin ku hinek madeyên bingehîn ên xurekê bi dest bixin."
Siltan got ku di êrîşîn bi bombeyên warîlê de gelek xanî hilweşiyan û zirar dîtin û diyar kir ku li herêmên muxalif serbihur, rê û pire ketine rewşeke wisa ku êdî mirov nikare wan bi kar bîne.