Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya li Ramadiya navenda wilayeta Enbarê di bin kontrolê de ye.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê hat dayîn Îbadî got: "Rewşa li Ramadiyê di bin kontrolê de ye. DAEŞ ji bilî çend hêmanên çekdar xwediyê tu tiştî nîne."
Îbadî got "Gelek çekdar (milîtan)ên DAEŞê mirin" û parast ku li herêmên ku DAEŞ wir heye li dijî rêxistinê "serhildana civakî" heye.
Îbadî li ser rewşa penaberên ku ji ber pevçûnên li Ramadiyê mecbûr man ku malên xwe biterikînin jî sekinî û got "Qebûla penaberên li Bexda û bajêrên başûr, ji aliyê wextê ve rekor bi dest xist." Îbadî da zanîn ku hin malbat vegeriyan bajarên xwe.
Îbadî her wiha hişyarî da ku bila daxuyaniyên ku derûniyeta welatiyan xira dikin û dibin sedema xisara menewî neyên dayîn.
Milîtanên DAEŞê hefteya borî ji bo ku bigihêjin navenda Ramadiyê êrîşên berfireh biribûn ser herêmên bakur ên bajêr. Li ser vê yekê hikûmeta Iraqê ji bo ku pêşveçûna milîtanan bide rawestandin hêzên piştgiriyê şandibûn herêmê. Hatibû diyarkirin ku 90 hezar kes ji ber pevçûnan mecbûr mane ku ji herêmê koç bikin.