Hat ragihandin ku DAEŞa rêxistina terorê bi du wesaîtên bombebarkirî êrîşî Kobanê kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Koordînasyona Şoreşê ya Sûriyeyê (SRC) hat dayîn, DAEŞa rêxistina terorê li navçeya Kobana li ser Helebê "cil û bergên ku hêzên PYDê li xwe dikin, li xwe kirin û bi du wesayîtên bombebarkirî ve êrîş kirin."
Li gor daxuyaniyê di êrîşê de kuştî û birîndar hene û piştî teqînê li navçeyê pevçûnên tundî derketin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa bibombe nêzî deriyê sînorê navçeyê hat kirin û der heqê mijarê de hûrgulî nehat dayîn.