Berpirsyarê Maseya Koçê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Dîndar Zebarî got ku civaka navneteweyî di mijara alîkarîdayînê ya penaberan de, bi ser neket.
Zebarî li Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û li vir destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê digel qeyrana aboriyê ya li welêt, deriyê xwe ji penaberan re vekir.
Zebarî got ku hejmara penaberên li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û wiha dewam kir: "Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî li herêma me nêzî 2 milyonî penaber hene. Ji van penaberan 248 hezar sûriyeyî ne û yên din jî ji Iraqê ne. Ji 3 milyon penaberên ku li Iraqê ne zêdetirî ji sedî 50yê penaberan li Herêma Kurdistanê dimînin. Ji bo em karibin pêdiviyên van penaberan bi cih bînin, hewcedariya me bi alîkariyê heye."
Zebarî got ku civaka navneteweyî têra xwe alîkarî neda penaberên ku xwe sipartin Iraqê û wiha dewam kir: "Civaka navneteweyî di mijara alîkarîdayînê ya penaberan de, bi ser neket. Hikûmeta Kurdistanê bi tena serê xwe nikare alîkariyê bide ewqas penaberan. Divê zêdetir alîkariya însanî bişînin. Divê hemû alî xwe berpirsyar hîs bikin û wisa tevbigerin."
Zebarî got ku ew ji bo pêdiviyên penaberan bi cih bînin zehf hewl didin; lêbelê Herêma Kurdistanê nikare di binê barê penaberan de pişta xwe rast bike û wiha pê de çû: "Ji bo penaberekî mehane pêdivî bi 300 dolarî heye. Ev barê ser pişta Herêma Kurdistana ku ji Bexdayê para xwe ya ji budçeyê hilnade zehf giran e. Ev him ji hêla darayî ve him jî ji hêla ewlehiyê ve barekî giran e. Li hin herêman hê jî şer berdewam dike. Dibe ku ji wan herêman însan werin vir. Bi taybetî divê hikûmeta Iraqê û Civaka Navneteweyî alîkariyê bide me. Penaber, birayên me ne. Ji ku derê hatibin bila hatibin ev ne girîng e. Çi hewce dike emê bikin. Lê pêdiviya me jî bi alîkariyê heye."