ANKARA
Di Beyannameya Hilbijartinê ya AK Partiyê da der barê Pêvajoya Çareseriyê da wiha hat gotin: "Ji bo ewlehiya pêvajoyê û avakirina hizûreke mayînde Zagona Bihêzkirina Civakê û Dawîlêanîna Terorê hat derxistin û bi vê zagonê em ê hewl bidin û tevdîran hildin ku çek ji binî ve ji holê rabin."
"Beyannameya Hilbijartinê ya 7ê Hezîrana 2015an" ya AK Partiyê hat weşandin.
Beyanname ji 378 rûpelî pêk tê û di rûpelên 26 û 27an da qala Pêvajoya Çareseriyê tê kirin. Di beyannameyê da hat destnîşankirin ku pêvajo ji bo demokratîkbûna welêt, biratî û yekîtiya neteweyî û pêşketina welêt girîng e û wiha hat gotin: "AK Partî ji serê ser da bi nêrîna biratî û yekîtiya neteweyî siyasetê dike."
- "Me dawî li polîtîkayên red û înkarê anî"
Di beyannameyê da hat destnîşankirin ku ji bo dawî li kirinên teror û antî-demoratîk bînin reformên îdarî û hiqûqî hatin kirin û wiha hat gotin: "Bi Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî xebatên piralî hatin kirin û peyra ev bi navê Pêvajoya Çareseriyê hat weşandin. Di vê navberê da têkiliyên dewlet û welatiyan xurt bû û ji bo kirinên teror û antî-demokratîk biqedînin reformên îdarî û hiqûqî hatin kirin. Me dawî li polîtîkayên red û înkarê anî."
- "Pevajoya Çareseriyê ji bo pêşîlêbirîna êşan temînat e"
Di beyannameyê da hat diyarkirin ku ji bo avakirina pêvajoya biratî û yekîtiya neteweyî bangî hemû partiyên siyasî kirine û wiha hat gotin: "Partiya me bal kişand ser gavên demokratîk û eşkere kir ku divê destûra bingehîn were guherandin. Her çiqas partiyên mixalefetê guh nedin jî AK Partiyê gavên demokratîk avêt. Gelê me eleqeyeke mezin nîşan da û xwedî li Pêvajoya Çareseriyê derket. Pevajoya Çareseriyê ji bo pêşîlêbirîna êşan temînat e."
- "Pêvajoya Çareseriyê nexşerêya normalîzekirina Tirkiyeyê ye"
Di beyannameyê da hat diyarkirin ku Pêvajoya Çareseriyê nexşerêya normalîzekirina Tirkiyeyê ye û wiha hat gotin: "AK Partî xîreta mirovahiyê hildide navenda xwe û ev ji bo armancên 2023yan dînamîkeke girîng e. Digel vê di serî da Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ev ji bo Pêşketina hemû welêt pêvajoyeke mezin e."
- "Ji bo çek ji binî ve ji holê rabin wê hemû tevdîr bên hildan"
Di beyannameyê da hat destnîşankirin ku wê mafên demokratîk û azadiyê bi destûra bingêhîn bên parastin û wiha hat gotin: "AK Partî wê piştî 7ê Hezîranê ji bo avakirina biratî û yekîtiya neteweyî hewl bide û wekî projeyeke heyamî li Pêvajoya Çareseriyê nanihêre. Ji bo ewlehiya pêvajoyê û avakirina hizûreke mayînde Zagona Bihêzkirina Civakê û Dawîlêanîna Terorê hat derxistin û bi vê zagonê em ê hewl bidin û tevdîran hildin ku çek ji binî ve ji holê rabin. Digel demokratîzebûnê wê di warên veberhênan û pêşketinê da jî xebat bên meşandin."