ÎSLAMABAD
Li Misirê 20 sal cezayê hebsê dan Serokomar Mihemed Mûrsî yê ku ji aliyê gel hat hilbijartin û şûnde bi destê derbeya leşkerî ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Danîşîna biryarê ya doza ku di nava raya giştî de wekî "bûyerên Îttîhadiyyeyê" tê zanîn ya ku tevî Mûrsî 14 berşikên din jî tên darizandin li Akademiya Polêsan ya li Qahîreyê hat kirin.
Di dîmena ku li ser têlevîzyona dewleta Misrê hat belavkirin de Dadger Ehmed Sebrî wiha xeberda: "Ji bo Mûrsî û berpirsên wê serdemê yên serokomariyê Esad eş-Şeyha, Ahmed Abdulatî, Eymen Hudhud, Ala Hamza, Riza es-Savî, Lemlum Mekkavî Cûma, Hanî Seyyîd Tevfîk, Ahmed el-Muxiyr, Abdurrahman Izz û serekên Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Muhemed el-Bîltacî, Isam el-Aryan û Vecdî Guneym ên ku ji ber sûcê "teşwîqê şidetê dikin" tên darizandin, 20 sal cezayê giran ê hebsê û 5 sal çavdêriya polêsan hat dayîn."
Dadgehê ji berşik Abdulhakîm Abdurrahman û Cemal Sabîr re jî 10 sal cezayê giran ê hebsê û 5 sal jî çavdêriya polêsan da.
Hat destnîşankirin ku rêya temyîzê ji bo Mûrsiyê ku cara ewil ji ber dozekî ceza xwar, vekirî ye.