ERBÎL
Hat ragihandin ku di muzakereyên navbera heyeta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) û hikûmeta Iraqê de li ser mijarên budçeya salane ya para HKIFê û dahata nefta ku îxracî Tirkiyeyê dibe peyman çênebû.
Hevdîtin li avahiya Serokwezîriya Iraqê çêbû û Serokwezîr Nûrî El Malikî, Berpirsiyarê Vejen û Neftê Alîkarê Serokwezîr Huseyin Şehristanî û parlementerên Kurdistanê yên Parlementoya Iraqê beşdar bûn.
Parlementerê Kurdistanê yê Parlementoya Iraqê yê Lîsteya Yekîtiyê Ala Talabanî der barê hevdîtinê de agahî da nûçegihanê AAyê û got Malikî û heyeta kurd mijara budçeyê di serî de li ser hin mijarên ku di navbera hikûmeta federal û rêvebiriya herêmê de dibin sedema ciyawaziyê guftûgo kirin.
Talabanî der barê hevdîtinê de wiha axivî:
"Xala guftûgoyê ya ewil mijara vejenê bû. Malikî got civîna ku me bi Nêçîrvan Barzanî re kir gelekî baş derbas bû, der barê vê civînê de kêfxweşiya xwe anî ziman. Serokwezîrê Iraqê got, me bi Barzanî re li ser gelek mijaran li hev kir, lê belê ger ku hikûmeta HKIFê îxraca neftê bi înîsiyatîfa xwe bike û qezenca wê neşîne Bexdayê, budçeya HKIFê ya ji sedî 17yî dê bikeve xetereyê.
Talabanî got Bexda bi fikar e ku HKIF di firotina neftê de destûra hikûmeta Iraqê hilnede û neftê îxrac bike. Civîna ku her du heyetan biryar dan ku roja sêşemê bikin ew jî hat taloqkirin.