HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji rêberê merciyê şiî Ayetûllah Elî Sîstanî re der barê qeyrana ku li Iraqê diqewime de nameyek şand. Hat îdiakirin ku Barzanî di nameyê de xwestiye ku nehêlin Nûrî Malikî ji bo heyama sêyemîn bibe serokwezîr.
Parlementerê Bexdayê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Barzanî serokatiya wê dike, Xûsro Goran daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Goran got ku "Barzanî di nameya xwe de got ku Malikî ne kesekî wisa ye ku bikaribe ku li ser navê şiiyan tevbigere û Malikî berpirsyarê pêvajoya siyasî ya li Iraqê û hilweşîna artêşê ye. Barzanî ji Sîstanî xwest ku biratiya kurd, şiî, sunî û ereban bê parastin."