Bûyerên tundiyê li ser îdiayên dibêjin ku misilmanekî dest avêtiye jineke bûdîst, derketin. Çeteyên bûdîst duh bi şev li taxa Mandalayê ya ku lê misilman dijîn kom bûn û êrîşî dikanan, wesayîtan û mizgeftekê kirin.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya civakî de cî digirin, di bûyeran de 3 kes birîndar bûn û agahiyên ku dibêjin mêrekî misilman hatiye gulebarankirin heye û ev agahî hê nehatiye piştrastkirin.
Polêsan îro jî ji bo ku misilman û bûdîstên ku di klanên Mandalayê de hatin hemberî hev belav bike, gule berda hewayê.
Hat diyarkirin ku rahîbê bûdîst Ashîn Wîrathûyê ku li Mandalayê dijî îdiaya destavêtinê li ser Facebookê parve kir.
Wîrathû xwe wekî "Bîn Ladîn"ê Myanmarê bi nav dike û yek ji serokên herî girîng ê koma 969an e. Wîrathû ji berê ve ye bûdîstan li hember misilmanan sor dike û loma hatibû tawanbarkirin.
Alîgirên koma 969an îdia dikin ku Myanmar di bin xetereya belavbûna Îslamê de ye û banga boykotkirina kargehên misilmanan kiribûn.
Li Myanmarê ji sala 2012an heta niha bûyerên tundiyê yên li ser misilmanan bi navber berdewam dikin. Di bûyeran de 280 kes miribûn û piraniya wan misilman bi deh hezaran kes jî ji cihê xwe bibûn.