KANO
Hat ragihandin ku duh ji carekê zêdetir êrîşî mizgefteke ku li bakurê rohilatê Nîjeryayê ye kirin û di encama êrîşan de heta niha 102 kes mirin.
Malam Isa Lbrana ku di morga nexweşxaneya Murtalayê de dixebite diyar kir ku piştî teqînê herî kêm 102 cesed anîne morgê. Labranê destnîşan kir hejmara miriyan ji vê zêdetir e, hin cesed jî birine nexweşxaneya Nassarawayê.
Rayedarên Nîjeryayê der barê êrîşan de hê daxuyanî nedane.
Wek mayîn Serokê Dewleta Nîjeryayê Goodluck Jonathan diyar kir ku ji bo jiholêrakirina çalakiyên terorê çi hewce bike dê bikin.
Li bajaroka Kanoyê mizgefta herî mezin Mizgefta Navendê ye. Duh dema ku cimaet li ser nimêjê bû êrîş hatibûn kirin. Hat ragihandin ku mizgeft li nêzîkî qesra Sanusî Lamîdo Sanusiyê Emirê Kanoyê ye.
Hê nayê zanîn ku berpirsyarê teqînê kî ye. Di van 5 salên dawiyê de rêxistina Boko Haramê li bajêr êrîşan dike.