Misilmanên li Kûbaya ku di bin rejîma komûnîzmê de nin dibêjin ku li Kûbayê tunebûna mizgeftan kêmasiyeke mezin e, ji ber vê em dixwazin mizgefteke ku em ê bikaribin lê nimêj bikin bila bê çêkirin.
Misilmanên li paytextê, li "Casa de los Arabes"ê (Mala Ereban) ya ku li cihê wekî Havanaya Kevin tê zanîn kom dibin, mêr li pêşiyê û jin jî li pey wan, sef digrin û ligel hev nimêja înê dikin.
Mala Ereban a ku ji aliyê erebekî ku di salên 1940î de li Kûbayê jiyaye hatiye vekirin û berpirsê vê malê jî welatiyekî Kûbayê ye ku piştî dibe misilman navê Nîzam werdigre. Avahiya ku taybetiyên mîmariya Endulusiyan di xwe de dihewîne wekî kevingehekê tê bikaranîn û lê amûrên misilmanên ji Kûbayê tên rapêşandin.
Misilmanên ku ferzên xwe yên dînî li mala xwe tînin cih, nimêja înê jî li Mala Ereban ligel hev dikin. Li vê malê biqasî 50 kesî beşdarî nimêja înê dibe.
Li Kûbayê hejmara misilmanan biqasî 4 hezaran e. Li vir hejmara misilmanan kêmî ji sedî 1ê nifûsa welat e.
- Hejmara jinên ku dibin misilman zêdetir in
Xebatkara Komîteya Jinan a Komeleya Îslamê ya Kûbayê Şahîde Evdilxefûr Berthayê diyar kir ku hejmara jinên ku dibin misilman zêdetir in.
Berthayê got ku ji meha remezana sala borî û heta zêdetirî 100 kesî misilmantî qebûl kir û wiha domand: "Li Gûyanaya ku hem ji aliyê axê û hem jî ji aliyê nifûsê ve ji Kûbayê piçûktir e, mizgeft heye. Em dixwazin ku li Kûbayê jî camî were avakirin."
Hefteya borî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi seredaneke fermî çûbû Kûbayê û li vir bi Serokê Dewleta Kûbayê Raûl Kastro re hatibû bal hev û di vê hevdîtinê de Serokomar Erdogan ji Kastro re gotibû ku ew dixwazin li Kûbayê li gorî mîmariya tirkan mizgeftekê ava bikin.
- "Min ji bo hizûr û menewiyetê Îslamiyet hilbijart"
Aymen Keçîdaya ku 6 sal berê ji Tûnisê ji bo perwerdeya tibê hat Kûbayê diyar kir ku beriya ew were Kûbayê baweriya wê bi tu dînê tune bû û vê rewşê jî wê kir nava tenahiyeke mezin.
Keçîdayê bal kişand misilmanên ku li Kûbayê ne, rastî mumeleyên xirab nayên û wiha dewam kir: "Min ji bo hizûr û menewiyetê Îslamiyet hilbijart. Li vir ji Malezya, Somalî û Erebîstana Siûdî jî misilman hene. Kêmasî tenê mizgeftek e."
Eşref Ebû Hamîdayê ji Fîlîstînê yê ku ji bo perwerdeya tibê li Kûbayê ye jî destnîşan kir ku ji ber nebûna camiyekê, misilman car caran diçin balyozxaneya Misir, Erebîstana Siûdî û Qatarê.