Li Almanyayê ji 2012an û heta adara 2014an 78 êrîş birin ser mizgeftan. Vê mehê jî mescid û mizgeftekê agirdadayî kirin. Agir bi mizgefta Mewlanayê ya li Kreuzbergê jî ket, lê hê sedema agir nehatiye kifşkirin. Li Bîelefeldê hin kesan piştî ku sandoqa pereyên xêr û xêratan ya mizgeftekê hildan, Qur'anên di mizgeftê de berhevî li ser hev kirin û agir berdanê.
Serokê Konseya Îslamê ya Almanyayê Alî Kizilkaya bi bîr xist ku di nav hefteyekê de êrîş birin ser sê mizgeftan û got ku ew ji ber vê yekê bi fikar in. Kizilkaya bal kişand ku misilmanên li vir dijîn zirara wan negihîştiye tu kesî û wiha dewam kir: "Heta niha di navbera misilmanên vir û civata li vê derê de tu pirsgirêk derneketin. Em sedema van êrîşan nizanin. Em hêvî dikin ku polês kiryarên vê yekê derxin holê."
Li Osloya paytexta Norveçê jî di 16ê hezîrana 2014an de hin kesên bimaske bi biviran êrîşî melê mizgefta Cimaeta Ehlî Sunetê kir. Polêsê Norveçê du kesên ku sabiqaya wan hebûn, binçav kirin.
Par li Danîmarkayê jî komeke rastgir a bi navê Danish Defence League ku maskeyên xinzîran kişandibûn serê xwe û berê xwe dabûn mizgefta Eyubsiltanê ya li bajarê Arhûsê û di wextê nimêja eşayê de li ber mizgeftê bi piyên xinzîran ve wêne kişandibûn. Komê piştî wênekişandinê piyên xinzîran avêtibûn hewşa mizgeftê û dîmenên wan kişandibûn û pişt re ev dîmen li ser hesabên xwe yên Facebookê weşandibûn.
Li Îngilistanê jî par leşkerekî bi navê Lee Rîgby piştî ku li semtê Woolwîcha Londrayê hat kêrkirin û mir, êrîşên li ser mizgeft û misilmanan zêde bûn. Li gor daneyên ku polêsên Londrayê eşkere kir, di 2013an de tenê li paytext, li hemberî 500 misilmanî sûc hatin kirin. Ev hejmar di sala 2012an de 336, di sala 2011an de jî wek 318 hat qeydkirin.
Heman êrîş li welatên Ewropayê yên wek Hollanda û Awusturyayê jî tên kirin.