Li gor agahiyên hatin bi dest xistin, Leyla Altana ku li taxa Kooperatîfê rûdine 110 hezar lîre pere û 3 hezar û 700 dolarê mêrê xwe bi xeletî avêt çopê. Hat diyarkirin ku mêrê Altanê Azîz Altan pereyê xwe kom dikir û di qutiyên dermanan de diveşart. Leyla Altanê îdia kir ku bi xeletî pereyên ku di qutiyên dermanan de ne, avêtiye çopê.
Li ser daxwazê tîmên polêsan hatin malê û qutiya çopê jî ji bo lêkolînê birin Midûriyeta Ewlehiyê.
Leyla Altanê got pereyên ku bi xeletî wenda bûn, mêrê wê ji firotina mal û milkên xwe yên li gund qezenc kiriye. Altanê destnîşan kir ku armanca wan ew bû ku bi vî pereyî ji xwe re xanî bikirin û wiha dewam kir: "Mêrê min bê kar e û em di kirê de ne. Di keça min de nexweşîna masûlkeyê heye. Keça min 20 roj li Wanê di beşa nexweşînên giran de tedawî dît. Ev pere ji me re ji gund hatibû. Me digot belkî em bo xwe xanî bikirin û ji kirê êdî xilas bibin. Kê ew pere dîtibe yan jî bibîne bila bide me."