Li Sêrtê, bi minasebeta meha remezanê her roj piştî nimêja esrê bi tirkî, kurdî û erebî weaz tên dayîn.
Di çarçoveya bernameya meha remezanê ya weaz û îrşadê ya Wezareta Karên Diyanetê ya Miftîtiya Sêrtê de, li Mizgefta Mezin her roj piştî nimêja esrê, Mela Mehmet Nûreddîn Sancar bi sê zimanan weazan dide. Welatî bernameya bi tirkî, kurdî û erebî bi alaqeyeke mezin teqîb dikin.
Melayê mizgeftê Sancar diyar kir ku ew her roj piştî nimêja nîvroyê Qur'ana Pîroz dixwîne û piştî nimêja esrê jî bi sê zimanan weazan dide. Mela Sancar destnîşan kir ku welatî weazên ku bi zimanê wan ê zikmakî tê dayîn baştir fêm dikin û zêdetir alaqe nîşan didin.
Sancar got: "Meha remezanê meha rehmet û bereketê ye. Em jî li gor derfetên xwe, her roj piştî nimêja esrê weazan bi zimanê gelê herêmê didin. Hêvî dikim ku ev xebata me bi kêrî welatiyên me bê. Herwiha welatî zêdetir alaqe nîşanî bernameya ku bi zimanê wan ê herêmî tê dayîn didin. Ji ber ku havîn e û bername jî bi roj tê lidarxistin hejmara beşdarvanan jî zêde ye."
Mustafa Aslanê ku beşdarî bernameyê dibe jî got ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê ji dîn baştir fêm dike û ev jî bi mirova re hesteke xweş çêdike.