Rojî herî zû wê di saet 02.26an de roja pênçşemê li Erdexanê dest pê bike. Ji ber ku herî dawî îmsaq di saet 03.51an de li Muglaya dertê, dê rojî herî dereng li Muglayê dest pê bike.
Fitara Rojiya Remezanê ya ewil di saet 19.37an de dê li Hekariyê bê vekirin. Roja ewil fitara herî dereng jî di saet 21.00an de dê li Edirneyê bê vekirin.
Îsal rojiya herî dirêj dê bi 17 saet û 34 deqeyan Edîneyî bigrin. Rojiya herî kin jî dê bi 16 saet û 38 deqeyan Hatayî bigirin.
Di 16yê Tirmehê de roja Pênçşemê wê di saet 20.56an de li Edîrneyê fitara herî dawî bê kirin û Meha Remezanê bidawî bibe.